ŞAM – Weke ku tê zanîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, li 74 welatên cîhanê bi şîara “Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re” însiyatîfek hate destpêkirin. Piştî destpêkirina pêngavê, ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst ji her derê daxuyaniyên tevlîbûna pêngavê dan û di vê çarçoveyê de ciwanan li ser esasê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo çalakiyên xwe didomînin.
Li paytexta Sûriyeyê Şamê, jinên ciwan bi nameyên ji Rêber Apo re tevlî Pêngeva Azadiyê dibin. Jinên ciwan hest û ramanên xwe yên li hemberî Rêber Apo bi nameyan tînin ziman. Di rojên pêş de wê jinên ciwan bi belavkirina broşur û wêneyên Rêber Apo re çalakiyên xwe bidomînin.