DÊRÎK – Îro li bajarê Dêrîkê Yekîtiya Jinên Ciwan, di çarçoveya hemleyê navnetewî “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ya ku di 10’ê Cotmehê de li 74 bajaran hat dest pê kirin, standekî pirtûkên Rêber Apo û pirtûkên derbarê şoreşa li Kurdistanê vekirin. Jinên Ciwan pirtûkan belav kirin û hemle dan naskirin.