ZURICH – Nûnerên kurd û ereb ên Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) li bajarê Zurich a Swîsre panelekî li dar xistin. Nêzî 70 ciwan û jinên ciwan ên Swîsre, endamên rêxistinên li dijî faşîzmê û grupên piştgiriya navnetewî (enternasyonalîst) beşdar bûn. Ciwanên MSD behsa rewşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê piştî 11 salên şoreşê di milê civakî, çandî, rêxistinî û şer kirin. Rolê tevgera ciwanan wek pêşengê şoreşê jî hat diyar kirin. Pirs derbarê şoreşa Rojava hatin kirin û li gorî wê nîqaş hat meşandin.
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.