NAVENDA NUÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker duh êvarê li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê, li erebeya ku şervanên me yên di destûrê de tê de bûn, bombebaran kir. Di êrişê de şervanekî me şehîd bû, 2 şervan jî birîndar bûn.”
Dewleta Tirk a dagirker ji 5`ê Cotmehê ve êrişên xwe yên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet binesaziya herêmê, saziyên jîngehê û mal û milkên welatiyan dijwartir kirine. Di encama êrişan de, bi dehan sivîl ku jin û zarok jî di nav de hebûn, şehîd bûn.