NAVENDA NUÇEYAN – Di 16ê Cotmehê de, endamên Artêşa Karennî bi dîtina Şoreşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê diqewime û dîtina wekheviya têkoşînê, hevgirtinê ji ajansa Nûçe Ciwan re şandine. Di nav daxuyaniye wan hat gotin “Ji tevgereke şoreşgerî derbasî tevgereke din a ku civaka navneteweyî çavê xwe jê re girtiye, em dixwazin bibêjin, “Em têkoşîna we dibînin, têkoşîna we ya azadî û edaletê dibînin.” Nebûna kesên ku li dijî xerabiyê radiwestin, ji xirabiyê bi xwe tirsnaktir e.”
Di 10ê Mijdarê de, Hêzên Parastina Şoreşger a Gel a Rojava – YPG/YPJ’ê bertek nîşanî vê peyamê da û sînevîzyona ku peyama dilsoziya bi têkoşîna şoreşger a Myanmarê re şand û weşand.
Mixabin hevalê li Myanmarê ku bi ajansa Nûçe Ciwan re têkilî danî ragihandin ku şeva borî di pevçûnên ku di operasyona şoreşgerî ya 1111’an de rû didin de 21 şervanên artêşa Karennî şehîd bûne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, navenda leşkerî bû hedefa balafirên keşfê û di nava şehîdan de fermandar Sayar Richard jî heye ku yek ji berpirsyarên şandina daxuyaniya dilsoziya bi Şoreşa Rojava re bû.