WAN – Parêzer Demîr got, “Meşa girseyî ya ji her navenda Tirkiye û Kurdistanê ber bi Gemlîkê ve wê encam û bandora vê çalakiyê jî derxe holê. Divê di zûtirîn demê de dawî li van binpêkirinên dijî mafên mirovan, dijî pergala hiqûqê ya Tirk û dijî peymanên navneteweyî were anîn. Tecrîda girankirî hat astek wiha ku, pêwîste ne rakirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Rêber APO bikeve rojevê.”
32 meh in ti agahî ji Rêber APO nayê girtin. Rêber APO ku di bin tecrîda girankirî ya mutleq de tê ragirtin, herî dawî tevî 3 girtiyên din di 31’ê Cotmehê de 6 meh cezayê dîsîplînê li wan hat birîn. Parêzer Cemal Demîr, diyar kir ku divê di çarçoveya hiqûqa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de Rêber APO azad bibe.
‘TECRÎDEK MUTLEQ HEYE’
Parêzer Cemal Demîr, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê, di odeya yekkesî de di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û destnîşan kir ku bi vê tecrîda mutleq a nêzî 25 salan e, binpêkirina mafan bi demê re girantir bûye.
Demîr, diyar kir ku ji destpêkê ve mafê dîtina parêzeran hatiye binpêkirin û wiha got: “Di salên ewil de bi hinceta rewşa hewayê û xirabûna keştiyê li ser hevdîtina bi parêzeran re hin qedexe û binpêkirin çêbûn, lê di salên dawî de pêdivî bi van hincetan jî neanîn û hewcedarî bi avakirina derfeta hevdîtina ligel parêzeran jî nedîtin. Bi heman awayî hevdîtinên malbatan jî hatin binpêkirin. Nêzîkî 5 sal in di navbera Abdullah Ocalan û malbat û xizmên wî de ti têkilî û hevdîtin çênebûye. Her wiha ev nêzî 4 sal û nîv e nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Niha nêzî 2 sal û 8 meh in tecrîda mutleq li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Ev tecrîda mutleq tê çi wateyê? Mafên wî yên telefon û nameyan bi temamî hatiye binpêkirin û bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Ev gumanên cidî îfade dike. Hesasiyeta civakê di vî warî de tê zanîn.”
‘ÇALAKÎ Û FEALIYETÊN HEYÎ TÊR NAKIN’
Demîr da xuyakirin ku çalakî û fealiyetên heta niha hatine kirin têrê nakin û ev tişt anî ziman: “Ji niha û pê ve divê hîn xebatên pratîkî bên kirin. Pêwîste li ber saziyên wekî CPT û saziyên girêdayî wê û Parlamentoya Ewropayê çalakî bên lidarxistin. Bi gotineke din, divê gavên berbiçav bên avêtin. Ji ber ku berê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê der barê Birêz Abdullah Ocalan de biryareke pir cidî dabû. Ev biryar biryareke ku ‘Mafê Hêviyê’ jî di nav de ye. Wateya Mafê Hêviyê çi ye? Em vê her dem dibêjin. Mafê Hêviyê biryarek e, mafekî ku mirov heta hetayê di girtîgehê de nemîne misoger dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser vê mijarê hiqûqek ava kiriye. Sîstema huqûqê ya dewleta Tirk jî, sîstemeke hiqûqî bû ku kesek ji 30 salan zêdetir bi cezayê muebbetê dihatin mehkûmkirin, serbestberdan û azadiya wan dihat pêşbînîkirin. Di rastiya xwe de ev pergala hiqûqî ji bo Abdullah Ocalan jî derbasdar e. Ji ber ku di sala 2005’an de rêziknameya cezayê giran ê girtîgehê hatibû amadekirin û Abdullah Ocalan beriya sala 2005’an bi cezayek wiha re rû bi rû hiştibûn. Ji ber vê yekê, her çendî li ser esasê sîstema berê, rejîma înfazê ji bo Abdullah Ocalan sîstemeke taybet a înfazê hatiye afirandin jî, ji destpêkê ve ji aliyê her kesî ve tê diyarkirin ku ev ceza li dijî hiqûqê ye. Lewma divê di çarçoveya hiqûqa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Divê ji bo azadiya fizîkî jîngehek bê avakirin.”
‘MEŞA GEMLÎKÊ XWEDÎ WATEYEKE CIDÎ YE’
Demîr, anî ziman ku Meşa Gemlîkê xwedî wateyeke cidî ye û got, “Ez difikirim ku Meşa Gemlîkê dê di çarçoveya çalakî û fealiyetên bi vî rengî de encamên erênî bi xwe re bîne. Ji bo pêşîgirtina li vê meşê girtina hin biryaran wê bi tevahî li dijî hiqûqê be. Em dizanin ku ev biryar ji aliyê gelek dadgehên îdarî ve hatine betalkirin. Walîtiya Wanê biryarek ji bo astengkirina meş, xwepêşandan û çalakiyan li Wanê bigire, wê biryareke ne hiqûqî be. Ji ber ku berê mekanîzmayên darazê yên ku Baroya Wanê bikar anîbûn hebûn û encamên wan ên erênî derketin. Divê gel zêde guh nede biryareke wiha. Ji ber ku ev biryar li dijî hiqûq û maf tên dayîn. Meşa girseyî ya ber bi Gemlîkê ve ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê, ji her navendê wê encam û bandora vê çalakiyê jî derxe holê. Banga me di vî warî de ye. Divê di zûtirîn demê de dawî li van binpêkirinên dijî mafên mirovan, dijî pergala hiqûqê ya Tirk û dijî peymanên navneteweyî were anîn. Tecrîda girankirî hat astek wiha ku, pêwîste ne rakirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Ocalan bikeve rojevê. Pozîsyona heyî ya Abdullah Ocalan û pêvajoya înfazkirina wî, pêwîstî bi bidestxistina azadiya fîzîkî heye. Pêwîste Abdullah Ocalan azad bibe.”