PARÎS – Li Parîsê “Konferansa Ciwanên Cîhanê” hat lidarxistin. Konferans ji aliyê tora “Ronahî” û “Ciwan dîrokê dinivîsin” ve di 3-5’ê Mijdarê de hat lidarxistin û li seranserê cîhanê zêdeyî 60 rêxistinên ciwanan û zêdetirî 300 aktivîst beşdar bûn. Aktivîsta Tevgera Ciwanan a Torînoyê Lucîa ku ji bajarê Torîno yê Îtalyayê beşdarî konferansa ji bo Rêber APO bû, atmosfera konferansê, tecrîda li ser Rêber APO û bandora ramanên wî ji ajansa me re nirxand.
Lucîa anî ziman ku li hemberî modernîteya kapîtalîst bersiveke nû, afirîner û demokratîk nîqaş kirin û got ku konfederalîzma demokratîk hêviyê dide. Lucîa destnîşan kir ku atmosfera konferansê tijî hêvî û fikir bû û got: “Gava ku hûn pê dihesin ev kes hemû li dijî pergala neolîberal û kapîtalîst ku hewl dide me bikuje û bike depresyonê, di heman têkoşînê de şer dikin û ne komek biçûk in, bi rastî jî mezin hîs dikin. Her wiha we berê nizanîbû ku em çiqas mezin û bi hêz in. Lê li vir dikarin hemû hêzê hîs bikin. Ji ber ku em bi hev re ne û em dizanin ku em dikarin cîhanê biguherînin.”
FIKRÊN ABDULLAH OCALAN JI BO HEMÛ CÎHANÊ RÊ Û PÊŞNIYAREK E
Lucîa da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo hemû cîhanê rê pêşniyarek e û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Lê tu carî dev ji xebata ji bo me, ji bo şoreş û ramana azadiyê berneda. Ji ber vê di girtîgehê de jî dinivîse. Em niha dikarin fikrên wî bixwînin, em bi tenê xwendinê re sînordar namînin di heman demê de fikrên wî di şoreşa Rojava û konfederalîzma demokratîk de dibînin. Di vê baweriyê de me ku em dikarin gelek tişt ji vê şoreşê fêr bibin û îlham bigirin. Ji ber ku ev ne tenê rêyek ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, ji bo hemû cîhanê rê û pêşniyarek e.”
DIVÊ EM CIWAN JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN TÊBIKOŞIN
Lucîa got ku divê ciwan ji bo azadiya Rêber APO têbikoşin û wiha bi axaftina xwe bi dawî kir: “Pêdiviya me bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heye. Ji ber ku ew di hişê xwe de azad e, lê pêwîstiya wî bi azadiya fîzîkî heye. Ji ber ku ew dizane ku vê pevçûnê û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn çawa çareser bike. Ew ne tenê siyasetmedar, di heman demê de fîlozof e. Her tim rêya sêyemîn fêrî me kir. Ji bo çareserkirina şerê cîhanê yê dirêj rêya sêyemîn dizane. Em ciwan divê ji bo azadiya wî şer bikin. Heta ku azad bibe em ê têkoşîn û şerê xwe bidomînin.”