ŞAM – Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, li 74 welatên cîhanê bi duruşmeya “Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re” pêngavek hat destpêkirin. Li her derê ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst daxuyaniyên tevlîbûna pêngavê dan û ciwanan li ser esasê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo çalakiyên xwe berdewam dikin.
Beriya çend rojan li paytexta Sûriyê Şam jinên ciwan bi nivîsandina nameyekê ji Rêbertî re tevlîbûna xwe ji bo pêngavê ragihand. Li ser vê bingehê çalakiyên xwe didomînin. Îro jî jinên ciwan li Şamê ji bo Rêber Apo bi gel bidin naskirin, bruşor û wêneyên Rêber Apo belav kirin. Jinên ciwan dixwazin ku her kes Rêber Apo nas bike û xwedî lê derbikeve.