BASEL – Nunerên kurd û ereb ên Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) tevlî Konferansa Modernîteya Demokratîk a ku sê roj berî li bajarê Basel a Swîsreyê dest pê kir. Duh, di roja sêyemîn û dawîyê de, ciwanên MSD di konferansê de axaftin kirin û encama yekemîn konferansa ciwanan a cîhanê, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, diyar kirin. Gelek rêxistin ji Ewropa, Efrîqa, Emerîkaya Latîn û Asyayê beşdarî konferansa ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin, bûn.
Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêbazên rizgarbûna ji krîzê û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha ji bo valahiyên di navbera tevgerên cuda yên li parzemînên cuda de bên dagirtin, perspektîf bên pêşxistin û xetên berxwedana stratejîk bi hev re bên avakirin, nîqaşên girîng hatin kirin.
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.