ŞEHBA – Îro li Şehbayê, bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Xwendekar, şehîdên çalakîya fedayî ya Enqere ku li 1’ê Cotmehê 2023 pêk hat, hatin bibîranîn.
Çalakî li dibistanên Tiliqirah, Kampa Berxwedan û Fafînê hat li darxistin û bi dehan xwendekar amade bûn. Nameyên dawî yên şehîd Rojhat Zîlan û şehîd Erdal Şahîn, ku çalakiya fedayî li dijî artêşa tirk li Enqereyê kirine hatin xwendin. Piştre sûretên şehîdên çalakîyên fedayî li ser xwendekaran hatin belavkirin û bi silogana “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Partîya Karkerên Kurdistan” bi dawî bû.