HESEKE – Îro Jinên Ciwan ên Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên Heseke li navenda xwe bi boneya Roja Navnetewî li Dijî Tundiya li ser Jin, 25’ê Mijdarê, semînerekî li darxistin. Bi amadebûna 15 ciwanan, endama Jinên Ciwan ên PYD Sara Elî qala tundiya û kuştina jinan kir, bi taybet di herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de, û paradîgmaya azadîya jin wekî bersiv nîşan da ji bo bi hêzkirina û xweparastina jinê û derbaskirina zihniyeta deshilatdar a zilam di her du zayendan de.
Ji ber qetilkirina 3 xwîşkên çalakvanên sîyasî di 25’ê Mijdarê 1960’an de ji aliyê Komara Domînîkan ve, ev roj wek rojekî li dijî tundî û kuştina jin hat hilbijartin û di sala 2000’an de Rêxistina Netewên Yekbuyî 25’ê Mijdarê vê fermî kir. Di giştî welatên cîhanê de ji aliyê rêxistinên parastina mafên jin û tevgerên azadîxwaz û pêşverû çalakîyên ji bo 25’ê Mijdarê tên li darxistin.