DÊRÎK – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrîk pêşengehekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo û Komployê Navnetewî pêşkêş kir pirtûkên Rêber Apo bi standekî belav kir. Di pêşengehê de suret û nîvîs li ser jiyana Rêber Apo ji zarokatîya xwe heya roja îro hatin pêşkêş kirin. Di dest pê kê çalakîyê de nêzî 25 ciwan û şênîyên Dêrîkê kom bûn û endama Yekîtiya Jinên Ciwan Gulê Ehmed li ser berxwedana Rêber Apo axivî. Piştî wê jî ciwanekî helbestekî li ser Rêber Apo pêşkêş kir.