HANNOVER – Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) li bajarê Hannover a Almanya panelekî bi amadebûna rêxistinên ciwanan û çepger li darxistin. Nêzî 55 ciwan û jinên ciwan endamên Komîna Ciwanên Guanen, Ciwanên Partiya Çep, Ciwanên Komînîst û Anarşîst beşdar bûn. Di panelê de behsa şoreşa Rojava, êrîşên dagirkerî û rewşa heyî ya gel, ciwan, jin û rolê wan di herêmê de hat kirin.
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.