QAMIŞLO – Bi armanca pêşxistina jinên ciwan di warê werzîş û çandî de, Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’emîn Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên çandî û sporê di mihrîcanê de amade bûn. Ev mihrîcan diyarî Rêber APO kirin û hemleya ‘’Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ silav kirin.
‘Zincîrên koletiyê hatin qetandin’
Di mihrîcanê de Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan di pêşîgirtina tundiya li ser jinan de û got: “Ciwan di hundirê xwe de giyanê şoreşgerî yê ku Rêber APO daye avakirin, dihewînin. Hemleyên 25’ê Mijdarê gavên serkeftinê ne li dijî tundiya li ser jinan. Di heman demê de qetandina zincîrên ku li ser ziman, mejî û çavên jinan hatibûn xistin e. Jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiyê dikin. Peyama me ji bo tevahî cîhanê ev e: Em dibêjin jin li qadan in, jin ji bo azadiya xwe têdikoşin.”
Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hêza jinan heye û dikarin hişmendiya civakê biguherînin û got: “Yên ku civakê bi rê ve dibin û dê pergala Neteweya Demokratîk bi ser bixin û biparêzin helbet jinên ciwan in.” Piştî axaftina despêkê jinên ciwan ên sporcî li saha mihrîcanê mezin ‘’APO’’ nivisandin û slogan avetin.
Mihrîcan bi bernameya Taekwando, Karatê, lîstok û dîlan berdewam kirin. Jinek ciwan helbestek li ser Rêber APO nivisandî derket û helbesta xwe xwend. Di mihrîcanê werzîş di nav xwe de lîstikên biçûk, karate, şetrenc, lîstika bisiklêtan û maça futbolê hebû. Her wiha govend, şano, stran, helbest û xêzkirina wêyan jî pêk hat.
Komên dîlana ya aşûrîya û jina ciwan a ermenî jî bi çand û dîlanên xwe tevlî mihricanê bûn. Koma dîlana ya zaroka ya taxa Cûdî ya Qamişlo jî bi dîlana xwe derketin.
Mihrican bi şanoyekê li ser zewac bi temenê biçûk bi dawî bû. Di dawiyê de komîteya birêxistinkirina mîhrîcanê de 30 jinên beşdar xelat kirin.
Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan di 24′ê û 31′ê Cotmehê de li Tebqa û Kobanê, di 9′ê Mijdarê de li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê hate lidarxistin û gerên xwe îro li Herêma Cizîrê bi dawî kirin.