EFRIN – Êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên me bê navber berdewam dikin. Di van êrîşan de bi taybet gelê me tê hedefkirin. Li hember van êrîşan çalakiyên me yên bersivdayînê jî berdewam dikin.
Di navbera rojên 17ê Cotmehê û 19ê Mijdarê de ji aliyê hêzên me ve li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bibandor hatin lidar xistin. Encamên çalakiyên me wiha ne;
- Di roja 17ê Cotmehê de, li xeta Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 18ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama du çalakiyên taybet de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
- Di roja 19ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyek de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
- Di roja 20ê Cotmehê de, di encama çalakiya ku li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Enabkê ya navçeya Şera de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
- Di roja 20ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyek taybet de çeteyek hat kuştin, 2 çet jî birîndar bûn.
- Di roja 20ê Cotmehê de, li xeta Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 21ê Cotmehê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Enabkê ya navçeya Şera çalakiyek hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
- Di roja 30ê Cotmehê de, di encama çalakiyek ku li xeta Babê hat lidar xistin de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 31ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 1ê Mijdarê de, li xeta Babê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 6ê Mijdarê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Hîzwan çalakiyek taybet har lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
- Di roja 10ê Mijdarê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker ya Daglibaşê çalakiyek taybet hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.
- Di roja 17ê Mijdarê de, li xeta Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 18ê Mijdarê de, li herêma Efrînê di encama çalakiyek taybet de 5 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.
- Di roja 19ê Mijdarê de, di navbera gundên Kîmar û Beradê ya navçeya Şêrawa, li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 kamerayên mobesa hatin ruxandin.
Di navbera rojên 17ê Cotmehê û 19ê Mijdarê de ji aliyê hêzên me ve li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bibandor hatin lidar xistin. Di encama van çalakiyan de bi giştî 20 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 22 çete û 12 leşker jî birîndar bûn.