HESEKÊ – Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ya bi boneya “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê” de çalakiyên xwe didomînin. Di çarçoveya çalakiyan de îro li Heskê semînerek ji jinên ciwan ên kedkar re hat dayîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, di semînera ku endama Yekitiya Jinên Ciwan Medya da, hat gotin, “Şer, xizanî û pirsgirêkên aborî çiqasî bandorê li jinan dike û ev pirsgirêk di serî de jin û ciwanan bandor dike. Medya di berdewamiya axaftina xwe de got, “Li cîhanê tundiya li ser jinê zêde dibe. Îro jinên ciwan ji aliyê hiş, mêranî, li pey desthilatdariyê ji maf û jiyana xwe bê par mane. Çapemenî û ragihandina dijî zayendî dibe sedem ku jinên ciwan rastî tundiyê bên. Ji ber vê sedemê pêşîgirtina li şîdetê û hişyarkirina jinên ciwan û pêşîgirtina li şîdetê erka me ya bingehîn e.” got
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan diyar kirin ku çalakiyên hişyarkirinê tenê bi 25’ê Mijdarê re sînordar namînin û di demên pêş de jî wê bidomin.