QAMIŞLO – Îro li Wargeha Ciwan (Medînê Şebab) ê bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo pîrozbahîya salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahîyekî li darxistin. Di dest pê kê Koma Botan stranên xwe û stranên navdar ên şoreşgerî pêşkêş kir. Piştî wê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mazlum Qamişlo axivî û behsa tekoşîna 45 salî yê PKK, û çawa pêwîst e her însan û bi taybet ciwan xwedî li wî derkevin ji bo ku jiyanekî rast jiyan bikin. Di dawîyê de Koma Çand û Huner a Qidirbek, û tê de koma Saz û Awaz stranên xwe pêş kêş kirin û dîlan hat girtin. Şahîyê bi dîlan û siloganên “Bijî Partîya Karkerên Kurdistan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.