ŞEDAD – Tevgera Ciwanên Şoreşger yê bajarê Şedadê ji bo pîrozkirina 27’ê Mijdarê, salvegera 45’emîn a Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) meşek meşelî û şahîyek li dar xistin. Bi sedan ciwan û şênîyên Şedadê tevlî meşê bûn û meşelê û alên rêber û damezrînerê PKK Rêber Apo hildan. Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şedadê veguherî şahîyekî. Di dest pê kê de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyak rêzgirtin hat girtin. Piştre berdefkên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Sazîyê Gazîyan axivîn û behsa girîngiya damezrandina PKK û tekoşîna wê ji bo azadîya tevahî gelan. Piştî wê şahî dest pê kir û bi dîlan berdewam kir. Şahî bi siloganên “BIJÎ BERXWEDANA PKK” û “BIJÎ SEROK APO” bi dawî bû.