KOBANÊ – Di evarê di 25’ê Mijdarê de Endamên Jinên Ciwan li bajarê Kobanê ber diwara Şehîd Agît resîm li ser hemleya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ çekirin. Jinên Ciwan li bajarê Kobanê di roja cihanê li hember tûndiya jin ber diwara Şehîd Agît sûrreta Şehîd Sara û Şehîd Rûken ku li hember pergala faşîst ya baviksalarî li bajarê Mersîne çalakiya fedaî kirin, rêz kir.
Keleka surreta Şehîd Sara û Şehîd Rûken slogana hemleya Jinên Ciwan hatiyê nivisandin.
Ajansa me derbarê we çalakiyê bi Endamê Yekitîya Jinên Ciwan ya Lîna û Neda axifî. Her du Jinên Ciwan diyar kirin ku ev çalakî hatiyê kirin ji bo hemleya Jinên Ciwan were xort kirin û di nava gel de diyar kirin.
We xebat bi serkeftin dawî bû û gel û ciwan ku gel we diwar derbas bûne gelek bandor bûne.