Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

KJK: Di sala 46’an de em jiyana demokratîk hîn bi xurtî ava bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
26/11/2023 - 11:15
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Di sala 46’an de em jiyana demokratîk hîn bi xurtî ava bikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Peyama KJK’ê ku bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê weşand, bi vî rengî ye:

“Salvegera damezrandina partiya me PKK’ê ku roja vejîna jinê û gelê Kurd e, di serî de li Rêber Apo, di şexsê Şehîd Hakî û Şehîd Sara de li hemû şehîdên me yên hêja yên ku canê xwe ji bo jiyaneke azad û bi rûmet feda kirin, li gelê me yê bûye PKK’yî, li dostên me û jinan pîroz dikin.

Li pêşberî bîranîna şehîdên me yên leheng ku ji Şehîd Hakî Karer destpê kir û di nava têkoşîna 45 salan de canê xwe feda kirin, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin, sozê didin ku bi ruhê serketinê yê PKK’ê û bi ruhê fedaî yê şehîdên me şoreşê bi ser bixînin.

Partişya me PKK ku di her kêliya 45 salan de têkoşiya, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me li ber xwe da, di demeke welê de destpê kir ku dewletên mêtinger li çar parçeyên Kurdistanê hêviya ji bo jiyanê nehiştibûn, bi gotina wan ‘xistibûn gorê û beton rijandibûn ser’. Lewma PKK partiya afirandina hêvî û azadiyê ye. Partiya gelê Kurd, sosyalîst, demokrat, karker, ciwan, jin û zarokan e. Damezrandina PKK’ê ku Rêber Apo wê weke ‘bûyîna duyemîn’ pênase dike, ji vê dîroka têkoşînê ya 45 salan hate fêhmkirin ku ji bo her kesên daxwaza jiyaneke azad û bi rûmet dikin roja bûyînê ye. Partiya me di nava tecrûbe û destketiyan de mezin bû, ji aliyê ruh û kelecana destpêkê ve her tim ciwan ma.

Ji ber vê yekê îro li her devera cîhanê ji 7 salî heta 70 salî her kes dirûşma ‘PKK gel e, gel li vir e’ diqîre.

PKK li Kurdistanê nebû partiyeke ji rêzê, bû şêweyekî jiyanê û ruhê azadiyê. Rêber Apo bi gotina ‘karê herî zehmet ê cîhanê afirandina mirovekî nû ye’ dest bi rêwîtiya xwe kir û mirovên Kurd ên ji ber mêtingeriyê li ber tunebûnê bûn, bi PKK’ê re gihand nirxên mirovahiyê, bû rêya afirandina mirovê nû, jin a nû. Lewma PKK nîşaneya nirxên mirovî, azadî, rûmet, exlaq û wijdanê civakê ye.

Ne tenê li Kurdistanê li her devera cîhanê cihê jinê yê li nava partiyan tenê ji aliyê fîzîkî bû, şoreş û şoreşgeran pirsgirêka jinê her tim ji pêvajoya piştî şoreşê hiştin. Rêber Apo pê hesiya ku cihê jinê yê di nava civaka Kurdistanê de di statuya zayenda duyemîn de ye, bi rengê herî radîkal li ber vê yekê rabû û PKK kir qadeke welê ku jin karibin xwe lê îfade bikin, têbikoşin û jiyaneke azad biafirînin. Ji ber vê yekê PKK bi qasî ku ya gelê Kurd e, her wiha bi paradîgmaya azadîparêziyê ku nîşaneya jinûve vejînê ya jinên Kurd e, bi gotina ‘rizgarkirina jinê rizgarkirina civakê ye’ pirsgirêka jinê kir pirsgirêka sereke. Vê têkoşînê bi hevrêya me ya leheng, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz destpê kir, bi nirxandina ‘PKK partiya jinê ye’ ya Rêber Apo gihîşt hêz û wateyeke mezin. Jin ên Kurd ku di bin zexta mêtingerî û feodalîzmê de bêhn lê hatibû çikandin, bi PKK’ê re xwe nas kir, bi qasî têkoşîna rizgariya neteweyî têkoşîna zayendî jî meşandin; bi partiya jinê, yekîneyên xweparastinê yên jinê, sîstema konfederal a jinê ya demokratîk û jineolojiyê bûne çavkaniya sûdwergirtinê ji hemû jinên li cîhanê re.

Ev hêza ku ji aliyê PKK’ê ve hate afirandin, bi gerîlayên ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên herî giran, her wiha bi têkoşîna ku bi operasyona dawî ya şoreşgerî re bilind kir, nîşan da ku têk naçe.

Partiya me ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger her sal îdîa dike ku qedandiye, berevajî vê yekê her sal mezin dibe, ji sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas bûye, gihîştiye asteke navneteweyî, mîna çinarekê reh berdaye nava xakê. Di vê salê de ku em salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz dikin, dostên gelê Kurd û jinên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ kirin. Ev pêngav nîşan dide ku PKK û Rêbertî gerdûnî bûye.

Rêber Apo li Îmraliyê bi xeta naqede û têk naçe ya PKK’ê, bi bawerî û hêviyê di nava berxwedaneke bêhempa de ye. Gerîlayên me, gelê me li ser şopa Rêber Apo û şehîdên me yên mezin dimeşin û berxwedaneke mezin dikin. Em jin jî bi hêz, îrade, bawerî û tecrûbeya ji dîroka têkoşînê ya 45 salan, ji şehîdên xwe yên fedaî yê leheng wergirtî, em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin, ruhê PKK’ê ku nîşaneya nirxên mirovahiyê ye bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re hîn bêhtir xurt bikin. Bi destpêka sala 46’an a PKK’ê re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ji bo şikandina êrîşên qirkirinê û avakirina Kurdistana Azad, li Kurdistana azad afirandina jiyaneke azad û jin a azad, em ji her demê bêhtir bi biryar in.

Bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina partiya me, em careke din bang li gelê Kurd, dostan, jin û ciwanên bi ruhê ciwan ê PKK’ê dikin, ku jiyaneke azad, demokratîk û wekhev hîn bi xurtî ava bikin, tevlî nava refên PKK’ê bibin, nirxên azadiyê û mirovahiyê biparêzin, xwedî lê derkevin û bi pêş ve bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Jinên Ciwan bi wesîleya 25’ê Mijdarê semînerek ji jinên ciwan ên werzişvan re da

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şehba bangawazîya ji bo meşa dirêj dikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şehba bangawazîya ji bo meşa dirêj dikin

Ciwanên Şehba bangawazîya ji bo meşa dirêj dikin

Gerîla TV dîmenên beşe dûyemin yên Operasyone Şoreşgerî li Girê Cûdî weşand

Gerîla TV dîmenên beşe dûyemin yên Operasyone Şoreşgerî li Girê Cûdî weşand

Manşet

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.