NAVENDA NUÇEYAN – 45 sal Berxwedan, Tekoşîn û qehremantî!
Di sala 1992’an de Rêber APO li ser avakirina partiya PKK ya Partiya Karkerên Kurdistan nirxandin kir. Rêber APO diyar kir ku, dema biryar ji bo avakirina Partî hatiyê dayin ne diyar bû ev partî çiqas li hember dijmin dikare ser lingan bimine. Ji ber derfet destê hevalan tine bû. Pir zanist jî ninbû. Ne silah hebû, ne pere hebû. Tenê 20 hevalan bi hevî û baweriya xwe wê biriyarê girtibûn. Baweriya wan hevalan îmkana wan hevalan ve bi xwesteka xwe gavên mezin avetîbûn.
Di dîroka Partiyê de gelek Şehîd hatin dayin, gelek ixanet û windahî jî çêbûn. Lê berxwedana vê gelê, tekoşîna hevalan û lehengîya Şehîdan bi fikir û felsefeya Rêber APO heya îro anî. 45 sala berê tû kes nefikirî bû wê partî ewqas salan di nava dîroka Kurdistanê, di dîroka cihanê de cihê xwe bigre.
Niha PKK 45 sal bi berxwedana xwe bi lehengî tijî kir û bi wî rengî diyar kir ku, eger tu bi xwestek bî, eger baweriya te û heviya te xurt be tu dikarî karê mezin bi serkeftin pêk binî.
Avakirina partî sebrekî mezin xwestiye, lekolînên kûr û zanistên berfireh xwestiye. Rêber APO taybet wan pewistiyan di kesayeta xwe de avakir û ev tekoşîn bi serkeftinî meşand. Heya Îro di destê dijmin de, di pergala îşkence û tecrîda Îmraliyê vê tekoşînê dimeşîne.
Heya îro PKK tekoşîna xwe bi serkeftin berdawam dike, heya îro tu gav paşde nehatiye avetin. Dîroka PKK, dîroka tekoşînê, berxwedaniyê û qehremantiyê ye. Dîroka PKK dîroka guhertîn û veguhertînê, dîroka avakirina jiyana azad û eşqa mezin ya hevaltiyê ye.
Tu car dîrokêke wisa nehatiye nivîsandin, tû car tekoşîneke bi ewqas lehêngî nehatiye nivîsandin.
Niha em di salvegera 45 sal de ne û gelek ciwan heya îro di bin bandora vê tekoşînê, di bin bandora fikir û felsefeya Rêber APO re şopa Şehîdan didominin û şerekî mezin di çeperên şer de di qadên Berxwedanê, di çiyayên Kurdistanê bi derfeten kêm lê bi baweriyekê mezin didominin.
Serkeftin ya me ye, ji bo jiyana azad ya gelê me ye. Di salvegera 45’êmîn ya PKK lazime her kes, taybet ciwan vê dîroka berxwedanî û tekoşînê berçavê xwe derbas bike û bi biryara nû, bi guhertinekê bingehin tekoşîna xwe hin xurttir, hin bilindtir berdawam bike. Azadiya fîzikî ya Rêber APO di destê me de ye.