KOBANÊ – Îro, saet 12 nîvro, Yekîtîya Jinên Ciwan li navenda Desteya Ciwan û Werzîşê a bajarê kobanê sinevîzyonekî li ser Şehîd Vejîn Jiyan li darxist. Nêzî 15 jinên ciwan amade bûn.
Şehîd Vejîn Jiyan demekî dirêj di nav tevgera ciwanan de rolekî pêşeng lîst û di meha Tebaxê de şehîd bû. Ciwan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çalakî cure bi cure ji bo bîranîna wê li dar dixin.