MINBIC – Îro êvarê bi pêşengtîya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, gelê Minbic salvegera 45’emîn a damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahîyekî pîroz kir. Şahî nêzî navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê çêbû. Bi agir “PKK” û “APO” hatin nivîsandin. Di dest pê kê de bedefkê Tevgerê Ciwanên Şoreşger Ehmed Cemîl axivî û salvegera PKK ji Rêber Apo re, ji hêzên gerîla re û ji gelê azadîxwaz re pîroz kir. Piştre stran û helbest hatin peşkêş kirin û ji Rêber Apo û gerîla re hatin diyarî kirin. Şahî bi dîlan berdewam kir heya dawîyê.
PKK di 26 û 27’ê Mijdarê 1978 de li gundê Fîsê yê navçeyê Lice yê Amedê, di civînekî ku 22 kes tê de beşdar bûn, hat damezrandin. Bi pêşengtîya Rêber Apo û tevahî şoreşgerên ku heya dawî ji bo şoreşê tekoşîn kirin, PKK di sala xwe yê 46’emîn bû hêzekî şoreşger ê pêşeng di asta navnetewî de û her ku diçe berfirehtir dibe.