BEYRUT – Li bajarê Beirut a Lubnanê Ciwanên Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şahîyekî ji bo salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji tevahî gelê welatparêz û azadîxwaz re li darxistin. Gel bi sedan beşdarî şahî bû. Şahî bi deqayekî rêzgirtin li hemberî şehîdên şoreşê dest pê kir û silogana “Şehîd Namirin” hat berz kirin. Piştî wê li ser navê Ciwanên PYD daxuyanîyekî hat xwendin. Alên Rêber Apo û alên PKK hatin hildan û rengên kesk, sor û zer cih tijî kirin. Komên govend dîlanê xwe pêşkêş kirin û piştre giştî gelê amadê tevlî dîlanê bû. Şahî heya dawî bi coş berdewam kir.
PKK di 26 û 27’ê Mijdarê 1978 de li gundê Fîsê yê navçeyê Lice yê Amedê, di civînekî ku 22 kes tê de beşdar bûn, hat damezrandin. Bi pêşengtîya Rêber Apo û tevahî şoreşgerên ku heya dawî ji bo şoreşê tekoşîn kirin, PKK di sala xwe yê 46’emîn bû hêzekî şoreşger ê pêşeng di asta navnetewî de û her ku diçe berfirehtir dibe.