LEIPZIG – Nûnerên Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) bi Komîna Enternasyonalîst re li bajarê Leipzig a Almanya panelekî li ser şoreşa Rojava li darxistin. Nêzî 50 kes tê de amade bûn. Li ser şoreşê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, sîstemê ku tê de tê ava kirin û pêşengtiya jin û ciwan pirs û nîqaş hatin kirin. Ciwanên MSD jî behsa rewşa heyî ê şer li herêmê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk.
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.