TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bajarê Tepqa ji bo hemleya cîhanî ya “JI RÊBER APO RE AZADÎ JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ flex daliqandin.
Di eynî demê de Yekîtiya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwan û werzîşê bi hev re, ji bo 25’ê Mijdarê roja Tundiya Li Dijî Jinê di ketina bajar û derketina wê de nivîs li ser dîwar çêkirin, di nivîsên Erebî de wiha hat nivîsandin: “Na ji şîdeta li ser jinê û jin jiyan e”. Her wiha logoya Yekîtiya Jinên Ciwan jî li ser dîwar hat xêzkirin.
Li Bajarê Tepqa û gundên wê li gelek deveran jî ji bo 25’ê Mijdarê semîner hatin dayîn û sinevizyon hatin temaşekirin.