BEHDÎNAN – Endamê Komalên Ciwan Tolhildan Kobanê bi hevpeyvîna xwe ya ji ajansa Nûce Ciwan re 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Gerîla Tolhildan di destpêka hevpeyvîna xwe de cejna vejînê ya şehîdan û tevahî gelan bi taybet li Rêber Apo pîroz kir. Gerîla Tolhildan diyar kir ku ev roja girîng bi taybet ji bo tevgera ciwanan rojeke gelekî girîng e û destnîşan kir ku divê ciwan bi her awayî vê roja dîrokî xwedî derkevin. Gerîla diyar kir ku ciwan li Kurdistan û cîhanê pêşeng in û diyar kir ku ciwan ji fikra Rêbertiyê îlham girtine û li ser vê bingehê tevlî Tevgera PKK’ê bûne.
Gerîla Tolhildan têkildarî konferansa ciwanên cîhanê ya di navbera 3-5’ê Mijdarê de li Parîsê pêk hat jî axivî û diyar kir ku rojeva sereke ya konferansê fikir û felsefeya Rêbertiyê ye û diyar kir ku ciwanên Kurd pêşengiya ciwanên ji gelek deverên cîhanê kirin.
Gerîla di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku fikir û felsefeya Rêbertî tenê bi gelê Kurd re sînordar nîne û destnîşan kir ku PKK ne tenê partiyeke Kurdistanî ye û îdeolojiya PKK’ê bandorê li gelek gelên bindest dike.
Gerîla Tolhildan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev bîrdozî roj bi roj mezin dibe û roja vejînê li ciwan û gelan pîroz kir.
Di serî de 27’ê Mijdarê Rêber Apo, li tevahî hevalan, gelên me yên welataparêz tevahî gelên me yên Kurdîstanê bi yek bi yek em bi pîroz dikin û em wan slav dikin. Dema ku destpêki de mirov behsa 27‘ê Mijdarê dike taybet ji bo me, wek Hereketa Ciwanan û ji bo tevahî gelên me rojekî pir giring e. Bi 73’ê heta 78’an bi avakirina PKK heta roja me ya îro de rolên herî giring, misyonên herî giring li ser Hareketa Ciwanan hate avakirin.
Ger em heta roja me ya îro em bigirn dest; derketina PKK di her keliyê wi de gelekî bi zexmetiyan hatiye avakirin. Lê her ku diçû fikir û felsefeya Rêber Apo mezintir dibû, her ku diçû berfirehtir dibe. Ji ber vî jî dema ku em dibêjin 27’ê Mijdarê roja Vejînê, roja ku şewqa herî mezin dayê Kurdîstanê, dayê gelê Kurdîstanê û dayê gelên Rojhilata Navîn e.
Fikir û felsefeya Rêber Apo her ku çû mezin bû. Derketina wî, gavên wî, bi keliyê wî, bi saniya wî, belkî di şexsekî, bi çend kesên ku destpêkirin heya roja me ya îro de ger em mêze bikin hemû kes xwe li derdora wî girtiye. Wekî ku em bejîn darekî ye û derdora vî darê hemû kes kom bû ye. Hemû kes li derdora birdoziya Rêber Apo kom bû ye. Gelên Kurd, gelên netewên ditir, hemû kes li derdora wî kom bû ye. Ji ber ev roj roja vejînê ye û ev vejîn ji bo hemû gelan e. Gelên Kurd, gelên ku azadîxwaz dixwaze ye. Hemû gelê ku hene di fikir û felsefeya Rêbertî de kom dibin. Ji bo vî jî wek Hareketa Ciwanan ji bo me rojekî pir giring e. Taybet wek ciwan a ku rol û misyona herî mezin dilêzin…
Ciwan her ku diçin berfirehtir dibin. Milê zanebûnê de, milê rêxistibûnê de, milê li derdora partî kombûnê de… Ciwan di avakirina PKK’ê de heta roja îro tiştekî herî esas e. Ji ber ku Rêber Apo bi ciwantiya xwe destpêkir, bi ciwantiya xwe dest bi lekolînê kir. Heta roja me ya îro hat û gavê wî hin mezin tir bû. Dema em îro jî mêze bikin; ciwanên Kurd, ciwanên Erep, ciwanên Tûrkmen, ciwanên Çerkes hemû kes li derdora vî rastiyê kom bû ye, li derdorê vî heqîqetê kom bû ye. Ji ber ku ev dîroka ku em îro pîroz dikin li hemberî dagirkeriyê li hmberî desthilatdariyê gavên herî mezin di çiyayên Kurdîstanê, berxwedaniya ku tê kirin mêze bike. Hemû rol û mîsyona ciwanan tê de heye. Taybet em bêjin di bajaran de di gundan de, li her derî de ciwan pêşengtiya wî dikin. Ji ber ku van rastiyan dîtine û beşdarbûyina xwe di hûndirê vî rastiyê de girtine.
Çima ewqas mezin bû? Îro li Bakur, Rojava, Başur, Rojhilatê Kurdîstanê, Şengal û Mexmur, di hûndirê welat de, di derweyê welat de ger em mêze bikin herî zêde li ser piyan e ciwan in. Ciwan vê rojê xwe naskirinekî digrin dest. Dema ku mirov tiştek wek xwe naskirinekî digre dest, wê demê hemû kes dixwaze beşdarî vê rastiyê bibe.
Di destpekî de jî me anî li ser ziman her tişt bi zexmetiyên wi xweş e. 27’ê Mijdarê li her derî pîroz bibe, wê li her derî de bi coş be, wê li her derî de gavên herî mezin tê de werin avêtin. Ev jî ciwan in, rihê ew ciwana ne. Ji ber ku birdoziya Rêber Apo tenê bi avakirina PKK’ê de sinûrdar nîne. Li her derî de belav bû ye. Derweyê welat de, di hûndirê welat de hemû kes li derdora vî agirê kom bû ye. Hemû kes dixwaze beşdarbûyina xwe di nav vî agirê de bigre. Herî dawî Konferansa Ciwanan ya Cîhanî jî hate çêkirin. Yê ku pêşengtiya vî kiriye jî ciwanên Kurd in. Konaferans bi fikir û felsfeya Rêber Apo derket e pêş. Bi pêşengtiya ciwanên Kurd çêbû. Lê ev her ku biçe mezin bibe, wê her ku biçe berfirehtir bibe. Ev jî derketina li kûre, derketina 27’ê Mijdarê ye. Derrketina Rêber Apo ye. Ji ber ku 27’ê Mijdarê rojekî esas e, rojekî pîroz e, rojekî serkeftinê ye. Rojekî bi coş, bi moral, ji bo gelê Kurdîstan, gelên Rojhilata Navîn e.
Li ser vê esasê em dibêjin; em 27’ê Mijadarê carekê din ji bo tevahî ciwanên Kurd û Kurdîstanî û ciwanên ji netewên dîtir û tevahî gelên me re em yek bi yek pîroz dikin.
Em dibêjin Bijî 27’ê Mijdarê! Bijî 27’ê Mijdarê!