QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hezaran gel hat pîroz kirin. Pîrozbahî li “Parka Azadî”, kû îro bi boneya salvegera PKK hat vekirin, hat li darxistin.
Li giştî parkê alên PKK û al û suretên Rêber Apo hatin hildan. Pîrozbahî bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir û piştre li ser navê Sazîya Malbatên Şehîdan Naca Gulo axivî û dest nîşan kir ku avakirina PKK di 27’ê Mijdarê 1978’an de li gundê Fîsê bû rojekî vejînê ji bo gelê kurd û niha tekoşîna ku li ser fikirê Rêber Apo tê meşandin bû hevîyekî azadî ji bo tevahî Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest.
Piştî wê li ser navê Akademîya Civaka Demokratîk axaftinek hat kirin û hat diyar kir ku PKK li ser esasê civakbûn hat avakirin û ku armancê wê afirandina Netewa Demokratîk û zihniyetekî di nav tevahî civakê de ku di 5000 salên dawî de hat winda kirin.
Koma Botan stranên xwe pêş kêş kir û piştre komên govend dîlanên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi coş, bi dîlan, siloganên şoreşgerî û fîşekên awayî berdewam kir heya saet 7’ê êvarê.