ŞEHBA – Îro li Kampa Serdemê ya Şehbayê bi coşeke mezin şahiya salvegera 45’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ ê hat pîrozkirin, şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtin hat girtin li ser navê Tevgera Azadiyê axaftin hat kirin, di axaftinê de hat diyarkirin ku Rêber APO bi damezirandina PKK gelê kurd zindî kir, vê têkoşînê li hemberî xîyanetê dewam kir, her wiha di axaftinê de wiha dewam kir:PKK Partîya şehîdan e, li ser vê yekê gelê kurd bû şopdarê azadiyê, rêheval Egîd li ser vê bingehê pêngava 15ê Tebaxê avêt,ev destkeftî berhema 45 salan e, divê hemû cîhan vê yekê bibîne, li ser vê bingehê divê ciwan, dayîk jinên ciwan vê yekê raber bikin. Divê gelê me vê têkoşînê di hemû aliyan de dewam bike.
Di dawiyê de destnîşan kir ku gelê kurd hemû deyndarên rêber APO ne, divê em hemû li ser vê bingehê têkoşînê bikin û sala 2024an bikin sala azadiya fîzîkî ya rêber APO.
Piştî axaftin bi dawî bû koma stranan a Şehîd Nûjiyan Serdoz stran li ser damezirandina PKK’ê gotin, her wiha hunermend Henan stranek got, li aliyê din koma Çiyayê Kurmênc û koma Nûjiyan Serdoz stran li ser tevgera azadiyê gotin û bi dîlan û şahî dewam kir.
Di dawiyê de jineke ciwan a bi navê Roksen Tolhildan bi boneya salvegera Partîya Karkerên Kurdistanê bi hêrseke mezin a tolhildana li dijî dagirkerî û faşîzmê soza xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla da.