NAVENDA NÛÇEYAN – Hunermendên Baran Dilbihar û Danîş Botan bangawazîya xwe ji bo Meşa Dirêj a ciwanan a 3 rojan, ji bo silavkirina hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, rave kirin.
Meş wê 29’ê Mijdarê, roja çarşemê, saet 09.00’an de li ber Medînê Şebab a bajarê Qamişlo dest pê bike. Meşvan wê di navçeyên Qamişlo a Tirbêspiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê de derbas bibin.
Roja yekem li Tirbêspîye, saet 5 êvare, bi şahîyeke 27’ê Mijdarê were pîroz kirin, roja duyemîn li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin û roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Rêxistinên ciwanên bangawazîya hemû ciwanan dikin ku tevlî vê meşê bibin.
Cihê Kombûyînê: Qamişlo, Medînê Şebab
Saet û Dîrok: 09:00 – 29.11.2023