MEXMÛR – Îro bi pêşengtiya Xwendevanên Azad, Ciwan û jinên Ciwanên wargeha Şehîd Rustem Cudî a Mexmurê Pîrozbahiya 46’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan li cihê çand u hunera wargehê bi coşêk mezin destpê kir.
Bi sedan xwendekar û şêniyên Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî bi cil û bergên gerîla beşdarî şahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de mûzîka şoreşgerî û dirûşmeyên salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hatin pîrozkirin.