NAVENDA NÛÇEYAN – Dezgeha Îstixbarata Navxweyî ya Japonyayê (PSIA) di malpera xwe ya fermî de, Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist. Di encama zextên dewleta Tirk a dagirker de, Dezgeha Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê (PSIA) Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xistibû lîsteya rêxistinên qedexe. Lê PSIA’yê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji lîsteya rêxistinên qedexe derxist.
Di lîsteya PSIA’yê de rêxistinên weke El Qaîde û DAIŞ jî di nav de gelek rêxistinên din cihê xwe digre. Îstîxbarata Japonyayê di salên borî de ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker PKK’ê weke ‘rêxistinek mezin a navnetewî ya qedexekirî’ binav dikir.
Di 17’ê Çileyê de jî di nava rêxistinên qedexekirî de bû!
Di lîsteya Îstîxbarata Japonyayê ya ku di 17’ê Çileya îsal de hatibû qeyd kirin de, PKK di kategoriya ‘Rêxistinên mezin ên qedexekirî yên navnetewî’ de bû. Lê di malpera Îstîxbarata Japonya ku hatiye nûkirin de hat dîtin ku PKK ne di nav lîsteyê deye. Li gorî nûkirina malperê PKK hem di lîsteya ‘rêxistinên mezin’ û hem jî di nava ‘rêxistinên qedexekirî yên cîhanê de’ cih ne girt.
Bi vî awayî Îstîxbarata Japonyayê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji nav lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist.