QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo li ber Warê Ciwana (Medînê Şebab) Ciwan û Jinên Ciwan ên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bîranîna Şehîd Şîlan Kobanî (Meyisa Baki) li darxistin. Di bîranînê de mûm hatin pêxistin û sloganên “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jîyan Nabe” hatin berz kirin.
Di bîranînê de jinekê ciwan li ser navê ciwanên PYD axivî û wîha got: “Îro salvegera şehadeta Şehîd Şîlan bû. Me xwest em wekî ciwanên PYD bi vê çalakîyê rabin. Ji ber em dizanin Şehîd Şîlan jinekê bi hêz bû, j’nekê çalak bû, militanê Rêber Apo bû û ji bo vê jî me xwest şêhadeta Şehîd Şîlan bibîr bînin bînin. Em wek Ciwanên PYD û Ciwanên Apoyî her şopdarê şehîdan bin.”
Bîranîn bi sloganên “Şehîd Namrin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.