QAMIŞLO – Meşa Dirêj a Ciwanan ber di derketina ji Qamişlo ve diçe. Meşa saet 11 ji Warê Ciwanan (Medînê Şebab) derket û di kolanên bajarê Qamişlo de berdewam kir. Çalakvana Nûşeng Ebdu ji Kobanê bi ajansa me Nûçe Ciwan li ser çalakîya ku wê 3 rojan berdewam bike axivî.
Meşa Dirêj a Ciwanan ji bo piştgiriya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) tê li darxistin û wê sê rojan berdewam bike. Meş ji Qamişlo ber bi Dêrîkê diçe û wê li navçeyên Tirbêspiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê derbas bibe.
Jinêk Ciwan bi navê Nuşen A. e ku beşdarî meşê dibe, wiha got: “Navê min Nuşen Abdî ye ez jî bajarê Kobanê me. İro meşa me ya dîrêje destpêkir. Niha em rêya xwe ya yekemin de ne. Emê bajarê Qamişlo destpê bikin heta Derîka Hemko. Meşa me sê rojan berdwam bike. Me niha ji bajarê Qamişlo destpêkiriye em berê xwe didin Tirbesiyê. Armanca meşa me ji bo piştgiriya hamleya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ye. Armanca me ya yekem azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Wek ciwan di rasti jî em dixwazin vî armancê xwe pêk bînin û Rêbertî di nav xwe de azad bibinin e. Ev meh mehekî gelekî pîroz bû. 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê bû. Ev roj ji bo me pir pîroz e. Em vê meşê ji bo damezrandina PKK’ê jî pêktînin. Bangawaziya min hemû ciwanan û jinên ciwanan re ye êdî bes dem dema azadiya Rêber Apo ye derkevin qadan. Em nexwazin gavên xwe yê pêş bê Rêbertî bavejîn am dixwazin gavên me hemû bi Rêberê me re be. Em Rêberê xwe di nav xwe de azad bibinin em Kurdîstanekî azad bibinin. Ji ber vê her ciwan derkeve qadan û azadiya Rêbertî bixwaz e.”
Îro li Tirbêspîye, saet 5 êvare, bi şahîyeke salvegera PKK were pîroz kirin. Roja duyemîn li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin û roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe.