GEVER – Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîneyên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Geverê de hat ragihandin ku 27’ê Mijdarê 45’emîn salvegera PKK’ê bi gelê Geverê re hat pîrozkirin. Di encama pîrozbahiyê de tax ji aliyê polîsan de hate dorpêçkirin. Heta derengiya şevê di navbera endamên însiyatîfê û polîsan de pevçûn derket û hate diyarkirin ku di encama pevçûn de polîs ji taxan hatine derxistin û endamên însiyatîfê vekişiyane cihên xwe yên ewle.
Daxuyani wiha ye:
“45’emîn salvegera 27’ê Mijdarê ya PKK’ê di saetên şevê de li barageha Eskî ya Geverê, li Orman, taxên Esentepe, Cûmhûriyet, Yeşîldere û Gungorê bi fîşekên hewayî, teqemenî û çekên ferdî bi awayekî hemwext hat pîrozkirin. Gelê me jî piştgirî da van pîrozbahiyan û ve heta derengiya şevê bi coş dewam kir. Komara Tirk a dagirker nikare van pîrozbahiyên me tehemûl bike. Ji ber vê jî polîsan li her taxa ku em pîrozbahiyê lê dikirin dorpêç û êrîş pêk anîn. Bi gaza bîberê, bombeyên deng û fîşekên lastîkî êrîşî taxên me kirin. Li dijî vê dorpêçî û êrîşan tîmên me demildest çalakî pêk anîn. Me jî bi bombeyên teqemenî, molotof û çekên ferdî yên ku me berê amade kiribûn bersiv da û heta saetên sibehê li baregehên me yên kevin, taxên Cumhuriyet û Ormanê pevçûn qewimîn. Komara Tirk a dagirker derbên mezin xwarin. Polîs bi temamî ji taxên me vekişiyan. Yekîneyên me bi saxî gihiştin herêmên xwe yên ewle.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê her roj di eniya parastinê de gel û taxên xwe biparêzin.
Em careke din 45’emîn salvegera PKK’ê pîroz dikin û heval û hevrêyên xwe yên qehreman ên qadan silav dikin.
Bijî Serok APO
Bijî Partiya Karkerên Kurdistan
Bijî Ciwanên Geverê”