TIRBÊSPÎ – Meşa Dirêj a 3 rojan a Ciwanan ku îro ji Qamişlo dest pê kir, êvarê li bajarê Tirbêspî bi tevlîbûna şênîyên navçeyê veguherî şahîyekî li qada Baxçê Mezin, ji bo pîrozkirina salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK). Nêzî hezar ciwanan ku tevlî meşê bûn beşdarî şahî bûn.
Şahî bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Medya Abdulrahman axivî û tekoşîna 45 salî a PKK pîroz kir.
Li wir Koma Şehîd Xebat û Koma Til Hemîs stranên xwe yên şoreşgerî pêşandan û beşdaran govend li ber gerandin. Ciwanan Tirbêspîyê li malên xwe pêşwaziya çalakvanên kir.
Sibeh meş wê derbasî navçeyên Çilaxa û Girkê Legê bibe û li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin. Roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Rêxistinên ciwanên bangawazîya hemû ciwanan dikin ku tevlî vê meşê bibin.