QAMIŞLO – Nêzî hezar ciwan ji her alîyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdarî Meşa Dirêj a 3 rojan a Ciwanan ji bo belavkirina hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera 45’emîn ê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK).
Ciwanên beşdarî Meşa Dirêj derbarê wate û girîngîya wî ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivîn.
Sibeh meş wê derbasî navçeyên Çilaxa û Girkê Legê bibe û li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin. Roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Rêxistinên ciwanên bangawazîya hemû ciwanan dikin ku tevlî vê meşê bibin.