TIRSBÊSPÎ – Meşa Dirêj a 3 rojan a Ciwanan ji bo silavkirina hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di rojê xwe yê duyem de bi coşekî mezin berdewam dike. Meş duh li Qamişlo dest pê kir û heya Dêrîkê biçe.
Vê sibê, bi pêşwazî kirina gelê Tirbêspîyê, meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbêspîyê derket û di nav kolanên bajêr de ber bi Çilaxa diçe. Alên Rêber Apo, PKK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên şehîdên tên hildan û siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” tên berz kirin û belavok li ser hemleyê ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo tên belav kirin. Îro meş wê piştre derbasî Girkê Legê bibe û êvarê li Rimêlan raweste. Li wir wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin.
Roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe.