NAVENDA NÛÇEYAN – Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Rêber APO ye azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”” dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Greva birçîbûnê di roja 4’emîn de dewam dike. Çalakiya girtiyan a ku dê heya 15’ê sibata 2024’an bidome ket roja 4’an. Girtî dixwazin Rêber APO ji hêla fîzîkî ve azad bibe û tecrîda bê bidawîkirin. Girtiyên ku tevlî greva birçîbûnê ya dorveger a li 104 girtîgehan didome dibin, bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin.
Saadet Akîn û Zelal Bîlgîn li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin. Saadet Akin a 8 sal in girtî ye, piştî strana “Jîna” ya ku ji bo Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hat qetilkirin çêkir, straneke din a nû çêkir. Saadet Akin a di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de strana nû vegot, bi strana xwe peyama şikandina bêdengiya raya giştî ya li hemberî zilmê û piştgiriya gel a berxwedanê da.
Saadet Akin a ku 2015’an de di dema qedexeya derketina derva a li Sûra Amedê de hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Amedê, piştî ku 2 salan sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tersûsê ya Mêrsînê hat kirin. Saadet Akin a piştî ku du salan jî li Girtîgeha Tarsûsê ma, 5 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.
Saadet Akin, di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di dîroka 8’ê Mijdara 2018’an de dabû destpêkirin de jî, demek dirêj greva birçîbûnê berdewam kiribû.
Girtî Talîp Yakişir ku li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih bêne anîn wê çalakiya xwe dewam bikin.
Peyama Yakişir bi vî rengî ye:
“Ji 27’ê Mijdarê û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd em di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya me 4 roj li pey xwe hişt. Greva me niha bi dorvegerî dewam dike. Pêvajoya ji niha û pê ve wê çawa dewam bike, hîn ne diyar e. Em girtiyên di greva birçîbûnê de ne gelekî baş in. Moral û coşa me gelekî zêde ye. Bi ruhê azadiyê em çiqasî hêzê tevlî xwe bikin ewqasî em ê nêzî azadiyê bibin. Govenda azadiyê ya li çiyê ruh dide bedena me. Her tim bi başî, govendê û bi coş bimînin.”