BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker diyar kir û got:
“Li herêma Serhedê;
– 27’ê Mijdarê saet di 18:00 de li hemberî qereqola Korxanê ya Îdirê bi rêbaza sûîqestê ji du baskan ve çalakî hate kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
– 28’ê Mijdarê saet di 06:30, 07:00 û 09:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
– 28’ê Mijdarê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li kamerayeke mobesse hate xistin û hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
– 28’ê Mijdarê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.
Li herêma Heftanînê;
– 27 û 28’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê ya herêma Metînayê çeperên şer 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
– 28 û 29’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên şer 8 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;
– 26’ê Mijdarê li Qada Berxwdanê ya Girê Çarçelê yê herêma Metînayê çeperên şer carekê bi droneyeke bombebarkirî hate bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
– 27, 28 û 29’ê Mijdarê li herêma Garê qada Girê Reşîd 2 caran, li herêma Heftanînê qada Gundê Şîlanê 2 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Şêlazê 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê û Şehîd Şerîf 6 caran bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 28’ê Mijdarê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
– Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”