RIMÊLAN – Meşa Dirêj a 3 rojan a Ciwanan ji bo silavkirina hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di rojê xwe yê duyem de bi coşekî mezin gihêşt Rimêlan. Di her navçeyê de gel pêşwazî meşê kir û belavok li ser hemleyê azadîya Rêber Apo hatin belav kirin.
Vê sibe meş ji Tirbêspî derket, nîvro derbasî navçeya Çilaxa bû û ber bi êvarê gihêşt Girkê Legê û Rimêlan. Dema meş gihêşt dest pê kê Girkê Legê meşele hatin hildan û ji alîyê şênîyên bajarê meş hat pêşwazîkirin. Meş di kolanên Rimêlan de berdewam kir. Çalakvan bi coş di nav meşê de dîlan girtin û silogan avêtin. Di dawîyê sînevizyonek bi zimanê erebî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo li ber Navenda Çand û Hûner a Rimêlan hat temaşekirin û piştî wê dîlan hat girtin.
Sibeh jî meş wê saet 9 berdewam bike û ber xwe bide bajarê Dêrîkê û wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.