RIMÊLAN – Roja duyemîn a Meşa Dirêj a Ciwanan li Tirbêspî dest pê kir, nîvro derbasî Çilaxa bû û êvarê li Rimêlan bi dawî bû. Du ciwanên ji Kobanê bi ajansa me Nûçe Ciwan derbarê Meşê Dirêj û tekoşîna ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo axivîn.
Navê min Ocalan Faraşîn e, ez ji bajare Kobanê me. Îro rojê duyemîn ya meş ji bo Rêbertî, di bin duruşmeyê “Ji Rêber APO azadî, ji pirsgireka Kûrd re çareserî”. Îro me bajarê Tirbêspiyê derbas kir. Bi rastî di encamê vê meşê diyar e wek Rêbertî dibeje “Me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî bi serbikevin”. Ciwanên ji hemû Bakur û Rojhilat Suriye beşdarî vê meşê bû, zaten daxwaza wan a sereke azadîya fîzîkî ya Rêber Apo ye û di heman demê de li dijî hemû şidet û tundiyê li hemberî gele Kurd li hemû welatên dagirkeran. Ev helwesta ya ciwanan derdikeve û heta dawî berdewan bike. Em wek ciwanên Kobanê tevlî vê meşê bûn û dibêjin ku heta azadiyê fîzikî ya Rêber Apo nayê pêkanîn em tu carî rehetî û kefxweşî jiyan nakin.
Navê min Jîn Îbrahîm e. Em hatin vê meşê di bin siloganê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”. Ev meş ji bo Serokatî ye. Ev roja duyemîn ev di vê meşê de ne. Armancê me ji vê meşê azadîya fîzîkî ji bo Serokatî û ku ji pirsgirêka Kurd re çareserî were dîtin. Ev du roj ciwan ser piya ne û wê berdewam bikin heta ku pirsgirêkên me werin çareser kirin an em bigihêjin armanc û hedefekî.