RIMÊLAN – Meşa Dirêj a Ciwanan ji bo piştgiriya pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera 45’emîn a damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di roja xwe ya sêyemîn û dawî berdewam dike.
Vê sibê saet 9:30 meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrîk a Rimêlan dest pê kir. Şênîyên Rimêlan bi alên PKK pêşwazîya meşê kirin. Meş di nav kolanên Rimêlan berdewam dike û wê heya bajarê Dêrîkê biçe. Li wir, Meşa Dirêj a Ciwanan wê îro êvarê bi mîtîngekî tev gelê Dêrîkê bi dawî bibe.