DÊRÎKÊ – Meşa Dirêj a Ciwanan ji bo piştgiriya pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera 45’emîn a damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di roja xwe ya sêyemîn û dawî berdewam dike.
Berî kêlîyekî Meşa Dirêj a Ciwanan gihêşt gundê Xane Sor û ber bi Dêrîkê ve diçe. Dema meş gihêşt Xane Sor ciwan ji Dêrîkê bi du bus hatin û tevlî meşê bûn. Piştî navberekî meş wê heya Dêrîke berdewam bike. Li wir, Meşa Dirêj a Ciwanan wê îro êvarê bi mîtîngekî tev gelê Dêrîkê bi dawî bibe.