NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Konya, Antalya, Sakarya û Stenbolê bi awayekî hemwext li dijî faşîst û tiryakfiroşan çalakî li dar xistine. Endamên Înîsiyatîfê diyar kirin ku ji bo balê bikişînin ser pêkanînên keyfî yên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan û Rêber Apo çalakiyên xwe li dar xistin.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên me 45’emîn salvegera PKK’ê silav dikin. Ji bo balê bikşînin ser pêkanînên kêfî yên li hemberî hemû hevrêyên me yên di girtîgehê de bi taybet Rêber Apo, çalakiya hemwext li dar xistin.
Çalakiyên me:
1. Li navçeya Konya-Selçûkê wesayîteke faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hat şewitandin û bê bikaranîn.
2 . Elementê bi navê Murat Acet ê ku li navçeya Antalya-Manavgatê bazirganê tiryakê û fuhûşê bû ji aliyê yekîneyên me ve hat cezakirin û 6 wesayîtên vê unsurê yên li otoparka cihê kar hatin şewitandin.
3. Malên ku faşîstên bi navê Îlyas Kocabıyik û Emrullah Tîre yên endamên artêşa Osmanî ji aliyê yekîneyên me yên li Sakarya-Arifiye ve hatibûn tesbîtkirin, di heman demê de rastî êrîşê hatin û malên wan hatin şewitandin.
4. Li Stenbol-Şileyê dikaneke hesinkaran û 2 wesayîtên faşîstên Tirk ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin. Divê kes vê yekê ji bîr neke. Her nêzîkatî û êrîşek li dijî Rêbertiya me, gelê me û nirxên me wê bi bersiveke ducarî were bersivandin.
Bijî têkoşîna me ya mafdar û bi rûmet.
Bijî Rêber APO û gerîlayên me yên qehreman.
Jin jiyan Azadi.
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr”