DÊRÎK – Meşa Dirêj a Ciwanan ji bo piştgiriya pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera 45’emîn a damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro êvarê bi mîtîngê tev gelê Dêrîkê bi dawî dibe. Sê çalakvan ji Dirbêsiyê, Kobanê, û derbarê Meşa Dirêj û tekoşîna ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo bi ajansa me Nûçe Ciwan re axivîn.
Navê min Lorîn e, ji bajarê Dirbêsiyê me. Meşa me sê roj bû, ji Qamişlo heya Dêrîkê. Em ji Qamişlo meşiyan heya Tirbêspiyê û Çilaxa û niha ji Rimêlan heya bajarê Dêrîkê. Meşa me serkeftî derbas dibe, em kefxweş bûn, bi hezaran ciwan dest pê kir. Meşa me ji bo hemleya azadîya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Emê him ser lingan bin û li ser şopa Rêber Apo bin. Dijmin nikare tu carî me bişkîne. Emê li ser lingan bin heya Rêber Apo azad bikin.
Ez ji Kobanê me. Îro em digihêjin roja sêyemîn ya meşa me ya dirêj, em digihêjin roja dawî. Coş û manewyatê ciwanan her tim bilind bû, bi moral bû jî. Ji bo vê yekê giştî ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kom bûn bi yek rihê, bi siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”. Emê weke ciwanên Rêber Apo piştî vê çalakî bi sedan çalakî bikin û bi Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo berxwebidin. Emê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û piştgiriya gerîla bikin. Em 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û gerîla pîroz dikin.
Navê min Rohan e, ez ji bajarê Kobanê me. Me meşekî a 3 rojan li darxist di bin silogana “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”. Armanca vê meşê bû ku em bibin bersiv ji dewleta Tirk a faşîst re, ku çiqas erîşê bajarên me bike, ciwan xwedî li bajarê xwe derdikevin. Bi riya van çalakiyan moralê ciwan bikind dibe. Ev bû 3 roj me ku em çalakî dikin. Ciwan dîlan digirin û bi moral sloganên germ diavêjin. Bangawazîya min ji hemû ciwanan re ku tevlî her çalakî bibin û xwedî li welatê xwe derkevin.