ENQERE – Înîsiyatîfa Zanîngeha Demokratîk a Enqereyê, bi armanca piştgirî dayîna berxwedana girtiyên siyasî yên li zindanan û protestokirina polîtîkayên tecrîdê, li kampusa ODTÜ (Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn) pankarta bi nivîsa “Em ê deng bidin girtiyan û tecrîde bişkinin” daliqandin. Ev çalakî bi armanca bal kişandina dijî polîtîkayên faşîst ên ku li ser zindanan tê meşandin hat lidarxistin.
Înîsiyatîfa Zanîngeha Demokratîk a Enqereyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi Kurdî daxuyaniyeke bi wî rengî parve kir: “Berxwedana zindanan berxwedana me ye. Heta ku tecrît bê şikandin em ê têkoşîna xwe li her qadan mezin bikin û bibin dengê zindanan.”