DÊRÎK – Meşa Dirêj a Ciwanan ji bo piştgiriya pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera 45’emîn a damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di roja xwe ya sêyemîn berdewam dike û ber bi dawî diçe.
Îro nêzî saet 5’ê êvarê meş gihêşt Dêrîke û bi sedan şêniyên bajarê, bi fîşekên hewayî, agir, û sloganan “Bê Serok Jiyan Nabe” hat pêşwazî kirin. Meş li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger bi mîtîngekî tev gelê Dêrîkê berdewam dike û wiha wê bi dawî bibe.