NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Menfiyat Elçîçek ên Tevgera Şoreşger a Demokratîk a Yekbûyî (HBDH) ragihand ku ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK’ê li Aydinê li hemberî fîrmayeke kargo ya piştevanê dewleta faşîst çalakiya sabotajê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke Milîsên Menfiyat Elçîçek ên HBDH’ê me li fîrmayeke piştevanê êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê xist. Li navçeya Efeler a Aydinê di encama çalakiya li hemberî fîrmaya kargoyê de agir bi kargehê û depoyê ket. Di encamê de wesayitek li depoyê bi temamî şewitî.”