REQA -10`ê Cotmehê li 74 navendan li seranserî cîhanê pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir. Ji wê demê ve beşên civakê û bi taybet jin tev li pêngavê bûn.
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Nîroz Muslim ji ANHA′yê re aixvî û anî ziman ku fikrê rêber û fîlozof Rêber Apo fikrekî navneteweyî ku gelekî an civakekê tenê eleqedar nake. Nîroz Muslim destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan behsa mirovahiyê dike û ji bo pirsgirêkên civakên cîhanê li çareseriyan digire û got, lew re ragihandina pêngava ji bo azadiya wî ya fîzîkî hêjeya ku cîhanî be jî.
Nîroz Muslim bang li tevahî beşên civakê û li tevahî pêkhateyan kir ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan zêde bikin.
Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ferz dike, nahêle parêzer û malbat wî bibînin. Ji Adara 2021`an ve tu agahî jê nayê girtin. Nîroz destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Apo giran dike da ku girêdana di navbera wî û gelên li ser fikrên wî dimeşin de qut bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Fikrê Rêber Apo n cihê xwe girtiye û belav bûye û dê hîna ji vê bêtir belav bibe.”
Têkildarî heman mijarê, endama rêveberiya Akademiyên Şaredariyên Reqayê Ewatif El Îsa jî îşaret pê kir ku lidarxistina pêngavê, erka herî kêm e ku gel li hemberî Rêber Apo ê ku fikrê neteweya demokratîk pêşkêş kiriye, pê rabû ye.
Ewatif diyar kir ku fikrê Rêber Apo ji tevahî pirsgirêkên gelên bindset re çareserî ye û wiha dom da axaftina xwe: ′′Pêngav wê berdewam bike. Heta tecrdî bi dawî nebe û azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê, çalakiyên me ranawestin. Bi navê xwe û navê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo dikin. Tu qanûneke navneteweyî yan jî mirovî yan jî tu rêxistineke mirovî vê tecrîdê rewa nakin.”